Şandeyek PYD beşdar Kongreya Rêxistina Sosyalîzma navdewletî bû

Di van herdu rojên derbas bûyî de, kongreya 26. a Rêxistina Sosyalîzma navdewletî li Paytexta Îspaniya Medrîdê hat lidarxistin.

Kongre di rojên în û şemiyê (25-26) mijdarê de, di bin diruşmeya “Sosyalîzim tê ” hat lidarxisin.

Di kongrê de nûnerên 120 partî, rêxistin, hin serokdewlet û serok wezîr û şandeyek ji Yekîtiya Ewropayê û Partiyên Kurdistanî beşdar bû..

Şandeyek ji partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê jî beşdar bû.

Di şandeyê de Hevseroka PYD’ê Asya Abdullah û Nûnêrê PYD’ê li Yûnana û Balqanan Doktor Îbrahîm Mislim hebûn.

Di roja dueyemîn a Kongereyê de Asya Abdullah axivî.

Di kongreyê de Serokwezîrê Îspaniya Pedro Sanchez li şûna Andreas Papandreou, weke serokê nû yê rêxistinê hat hilbijartin.

Partaiya PYD’ê ji sala 2016’an ve endama vê rêxistinê ye û ev rêxistin piştî NY; rêxistina siyasî ya herî mezin e.

Back to top button