LI YEMENÊ, 2 ÊRÎŞAN BÊHTIRÎ 34 KESAN MIRÎ LI PAŞ XWE HIŞTIN

Li bajarekî Yemenê du teqîn rû dan.
Di encamê de bêhtirî 34 kesan jiyana xwe ji dest da.

Îro vê sibê, bajarê Edin yê Yemenê çavên xwe li 2 êrîşên mezin vekirin.

Êrîşa yekem di dema merasîma leşkerî li devera Birêqa li Edinê pêk dihat de, rû da.

Li gorî çavkaniyên tenduristiyê, heta niha 32 kesan jiyana xwe ji dest daye û bi dehan birîndar bûn.

Ev êrîş bi mûşekeke balistî û dronekê pêk hat û yekser milîsên Hûsî yên girêdayî Îranê girte ser xwe.

Êrîşa duyemîn jî li ser navendeke polîsê li bajarê Şêx Osman pêk hat.

Di encamê de, emîd, lîwayê yekem û gelek endamên din ên polîsê hatin kuştin.

Ev êrîş jî bi rêya xwekujekî pêk hat.

Leave a Reply

Back to top button