Ronahî TV plana li kampa Holê eşkere dike

Duh bi şev û di dema balafirên Dewleta Tirk li ser Kampa Holê digeriyan hinek malbatên DAIŞ”î hewl dabûn birevin, lê belê hatin girtin. Di nava wan de zarok jî hebûn. Ronahî TV xwe gihand wan zarokan û plan bi giştî eşkere kir. Li gorî wan, wê destpêkê berê xwe bidana Hesekê, Serê Kaniyê û herî dawî Idlibê. Tişta balkêş ew e ku qaçaxçî ji wan re gotibû, kêliya ku balafir were esmanê Kampa Holê hûn ê dest bi revê bikin.

Back to top button