ÇETEYAN WELATIYEK JI GUNDÊ QUTA Û 2 JI GUNDÊ BIRÎMCE REVANDIN

Li Efrînê revandina sivîlan ji aliyê çetyên dewleta Tirk a dagirker ve didome. vê carê, li herdu gundên Birîmce û Quta ye. Çavkaniyên ji herêmê ragihandin ku çeteyan welatiyekê sivîl ji gundê Quta yê Bilbilê revand.

Welatiyê bi navê Mihemed Henan Ebdo, li ser riya navbera gundê Quta û bajarê Efrînê hat revandin.

Li navçeya Mabeta jî, çeteyên dewleta Tirk a dagirker 2 welatî ji gundê Birîmce revandin û ber bi cihekî nediyar ve birin.

Navên wan jî ev in: Kamîran Qaso û Salêh Elî Ekaş.

Li heman gundî jî, çarenûsa welatiyê bi navê Mistefa Henan ê ku saleke hatiye revandin, hîna nediyar e.

Her wiha Nedîm Osman Ebdo yê 25 salî ji gundê Kurzêlê yê Şêrewa ye, beriya salekê hatibû revandin û hîna tu agahî derbarê wî de nîn in.

Leave a Reply

Back to top button