HÊZÊN REJÎMA SÛRÎ DEST DANÎN SER 4 GUNDÊN BAKURÊ HEMAYÊ

Li ser erdê jî şer û pevçûn didomin. Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku hêzên rêjîma Sûrî pêşve diçin. Li gorî Çavdêriya Sûrî, hêzên rêjîmê dest danîn ser gundê Hisraya.

Ji ber piştgiriya bejahî û ezmanî ji hêzên rêjîmê re, komên çete neçar man ji hin gundan paş de vekişin.

Gundên çete jê vekişiyan ev in: Hisraya, Ebû Ru’eyda, El-Ezîziya û Er-Ray.

Piştî bidestxistina gundê Hisraya, hêzên rêjîmê hewl didin ber bi gundê Zekat ve pêş ve biçin.

Niha li wir topbaran û bombebaraneke dijwar rû dide.

Leave a Reply

Back to top button