REJÎMA SÛRÎ Û ÇETEYÊN OPOZISYONÊ, 29 GIRTÎ BI HEV GUHERTIN

Li gel lidarketina tora 13’emîn a danûstandinên Astanayê yên li paytexta Kazaxistanê, Nursultan, rêjîma Sûrî û komên çete girtiyên xwe bi hev guhertin. Hat zanîn ku hejmara girtiyên hatin pevguhertin, 29 bûn.

Çavkaniyên nêzî “danûstandinên Astana 13” teqez kirin ku prosesa pevguherînê sibeha îroj pêk hat.

Ajansa InterFax diyar kir ku rêjîma Sûrî 14 û çeteyên opozisyonê jî 15 girtî serbest berdan.

Pevguherîn li deriyê Ebû Ez-Zendîn li rojavayî herêma Babê ya ku li rojhilatî Helebê dikeve, pêk hat.

Her wiha di bin çavdêriya Rêxistina Xaça Sor a Navnetewî, Rûsya û dewleta Tirk a dagirker ve pêk hat.

Leave a Reply

Back to top button