PDK, YNK Û TEVGERA GORAN BERSIVA BANGA KNK’Ê DA

Êrîşên dewleta tirk li ser Başûrê Kurdistanê didomin..Di vê çarçoveyê de Kongreya Netewî ya Kurdistanê bang li partiyên siyasî kir ku li dijî van êrîşan xwedî helwest bin. PDK’ê, YNK’ê û Tevgera Goran bersiva banga YNK’ê dan û gotin: “Hemû civîn û rûniştinên ji bo çareserkirina pirsgirêkan karekî baş e û ev civîn jî pêwistiyeke girîng e.”

Kongreya Netewî ya Kurdistanê li dijî êrîşên dewleta tirk li Başûrê Kurdistanê 27’ê Tîrmehê, civîna “helwesta netewî ya li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk” li dar xistin.

Piştî civînê Pêkhateyên civînê bang li KCK, PDK, YNK û hêzên din ên Kurdistanî kirin ku bi lezgînî li hev kom bibin û li dijî dagirkeriyê helwestê nîşan bidin.

Li ser vê bangê Endamê Rêveberiya Partiya Demokrata Kurdistanê PDK’ê Fazil Beşaretî Ajansa ji Rojnews’ê re axivî.

Fazil Beşaretî di serî de destxweşî li KNK’ê kir ku ji bo yekrêziya mala kurdî di nava hewdanê de ye.

Gelek partî hene tenê siloganan dibêjin, lê pratîka wan lawaz e, divê li ser masyê mijara neteweyî û nîştimanî ku ew jî yekîtî û yekrêziya Kurdistanê ye nîqaş bikin.

Fazil Beşaretî derbarê dagirkeriya dewleta Tirk li ser xaka Başûrê Kurdistanê ev tiş anî ziman:

Eger em yekhelwestiya xwe nîşanî dewletên herêmî û civaka navneteweyî bidin, em dikarin peyama bidin wan dewletan ku mafên gelê Kurd înkar dikin, hebûna Kurdistanê înkar dikin.

Her wiha Rêveberiya YNK’ê Arêz Ebdullah û Mistefa Çavreş jî li ser heman mijarê got:

Hemû civîn û rûniştinên ji bo çareserkirina pirsgirêkan kareke başe û ev civîn jî pêwistiyek girîng e.

Her wiha Endamê Civata Niştîmanî yê Tevgera Goran Hêmin Şêxanî jî diyar kir ku banga KNK’ê gihîştiye rêveberiya Tevgera Goran û got;

Helwesta me ya li ser vê mijarê zelale.

Em piştgiriya her bangek ji aliyê her aliyekê ve ji bo pêkanîna yekrêzî û parastina xaka Kurdistanê be dikin.

Leave a Reply

Back to top button