
Lêkolînerê amerîkî Calvin Wilder anî ziman ku êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê dê bandoreke neyînî li şerê li dijî DAIŞ’ê bike.
Lêkolînerê kar û barên Tirkiyê ê Enstîtuya New Lines ya Amerîkayê Calvin Wilder axivî û got:
“Êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê zirarê dide şerê li dijî DAIŞ’ê û QSD’ê neçar dike ku jêderên ku dikarin li dijî DAIŞ’ê bên bikaranîn, veguherîne ji bo amadekariya şerekî muhtemel ê li dijî Tirkiyê.
Di nav QSD’ê de hêzên baş perwerdekirî hene û ev hêz giraniyê didin operasyonên li dijî DAIŞ’ê.
Lê eger Tirkiye êriş bike, îhtîmal e ku ji nû ve li eniyên şer ên li dijî dewleta Tirk bên bicihkirin.”