Serhildana li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di roja 74. de didome

Serhildana gelên Rojhilatê Kurdistan û Îranê, bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ didome.
Tevî gefên dewleta Îranê di roja 74’an ya serhildanê de jî jin, xwandekar û karker di çalakiyan de bûn.

Serhildana ku bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê des pê kir 74 roj in didome.

Tevî bi cihkirina hêzên mezin yên leşkerî li nava bajarên Rojhilatê Kurdistanê, gel çalakiyên xwe bi rêbazên cuda dewam kirin.

Jin û xwandekar bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li qadanin

Her wiha xwendekar û mamostayên Zanîngeha Sine bi çalakiyan daxwaza berdana hemû xwepêşanderên girtî kirin…

Li aliyê din, li gorî agahiyên ku ji Rojghilatê Kurdistanê tên, hêzên dewlet hêjmarek zêde ji leşkeran li bajaran bi cih kirine…

Li ser asta Îranê jî li Zanîngeha Tehranê û hinek bajarên din, xwepêşandan û çalakî dewamin.

Duh bi şev jî li Tehranê careke din ji bo piştgiriya serhildêrên li Kurdistanê û Belucistanê, çalakî hebûn..

Ciwanên azadîxwaz jî li bajarê Gîlanê barageheke hêzên Besîcan dan ber agir.

Heman demê de li bajarê Kirmanşanê jî şofêrên barhilgiran tevlî greva hevpîşeyên xwe yên li Bender Ebas, Esfehan, Qezwîn û Kaşan bûn.

Her wiha karkerên hinek kargehên mezin ên Îranê jî li dijî şert û mercên nebaş ên jiyanê, paşxistina mûçe û piştgiriya ji xwepêşandanan re greva xwe domandin.

Back to top button