Li Silêmaniyê li hember êrişên Tirkiyê û Îranê daxuyanî

Çalakvanên sivîl li Silêmaniyê li dijî êrişên dewleta Tirkiye û Îranê daxwaznameyek pêşkêşî Parlamentoya Başûrê Kurdistanê kirin.

Li Silêmaniyê Çalakvanên sivîl li dijî bikaranîna çekên kîmyawî, dagirkeriya dewleta Tirk û êrişên dewleta Îranê daxwaznameyek pêşkêşî Ofîsa Parlamentoya Başûrê Kurdistanê kirin.

Çalakvanên Sivîl: Divê parlemento bicive û helwestekê nîşan bide

Paşê, çalakvanan li ber avahiya Parlamanetoyê daxuyaniya çapemeniyê dan.

Di daxuyaniyê de hat gotin:

“Di êrişên Îran û Tirkiyê de welatiyan ziyanên mezin yên madî û canî dîtine.

Dewleta Tirk a dagirker li çiyayên Zap, Metîna û Avaşînê ser şoreşgerên Kurd de çekên kîmyawî û fosforê bikartîne.

Li Silêmaniyê li hember êrişên Tirkiyê û Îranê daxuyanî

Li nav bajaran endamên aliyên siyasî qetil dike.

Ev yek jî li ber çavê hikûmeta Iraqê, hikûmeta Başûrê Kurdistanê û civaka navneteweyî tê pêkanîn.

Ev êriş bi awayekî eşkere dijî serweriya xaka Başûrê Kurdistanê ye.”

Di dawiya daxuyaniyê de bang li Parlamentoyê hat kir ku runiştinek taybet li ser êrişên li ser herêmê pêk bîne.

Back to top button