Parlamentera partiya HDP’ê Dilşat Canbaz diyar kir ku dê encamên êrişa li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê giran bin û got: “Divê her kes li dijî şer, zilm û dagirkeriyê xwedî helwest be û bertek nîşan bide.
Dewleta tirk vê carê bi hinceta teqîna di 13’ê mijdarê de li Stenbole, 19’ê mijdarê bê serûber herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê bi balafir û topavêjan bombebaran kir.
Di encama van êrişan de gelek welatî şehîd bûn û cihên xizmetê û binesazî hatin wêrankirin..
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê Dilşat Canbaz têkildarî êrişan ji ajansa Mezopotamyayê re axivî.
Parlamentera HDP Dilşat Canbaz: AKP-MHP qebûl nekir teqîna li Stenbolê lêkolîn bibe
“Tiliya desthilatdariyê di teqînê de heye.
Piştî teqînê, êriş dest pê kirin û ev jî bi boneya hilbijartinê hatin kirin.
HDP’ê ji bo lêkolînkirina teqîna Taksîmê pêşnûme da Meclisê, lê AKP-MHP’ê red kir.
Xuyaye ku li pişt teqînê planên cuda hene.
Ev şer, li dijî gelê kurd e. ”
Parlamentera HDP Dilşat Canbaz: Di mijara Kurd e aliyên muxalîfet namîn in
Dilşadê qala helweta muxalefa tirk ya ji bo êrişên derveyî sînor jî kir û got: “Dema mijar bû kurd, hemû kesî li hev kir.. ”
Parlamentera HDP Dilşat Canbaz: Çareserî li Îmraliye
Dilşat Canbaz diyar kir ku heke li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişeke berfireh bê kirin, dê encamên wê giran bin û axaftina xwe wiha bi dawî kir:
“Dibe “kaosa” di navbera 7’ê hezîranê û 1’ê mijdara 2015’an de dîsa bê dubarekirin.
Ji bo ku ev pêvajoya dîsa dubare nebe, divê tecrîda li ser birêz Ocalan bê rakirin û pêvajoya çareseriyê bê destpêkirin.
Divê her kes li dijî şer, zilm û dagirkeriyê xwedî helwest be û bertek nîşan bide.”