Çete welatiyên Efrîn direvînin û li hemberî berdana wan pereyan dixwazin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker kiryarên xwe yên li Efrîna dagirkirî dewam dikin. Çete li aliyekî şênî neçar kirin ku zeyta zeytûnan bidin wan û li aliyê din jî bi sedan derên zeytûnan ên Efrînê birîn. Çeteyên dewleta Tirk ji bo ku welatiyên revandine berde jî, bi hezaran dolaran ji wan dixwaze.

Çeteyên dewleta Tirk ku Efrîn dagir kirine, li aliyekî welatiyan direvînin, dikujin û hemû kiryarên li dijî mirvoahiyê li dijî wan pêk tînin, li aliyê din jî xêr ê bêra wê herêmê, bi darê zorê ji wan distîne û wan jê mehrûm dike.

Li gorî malpera Efrîn Post, Îstîxbarata Dewleta Tirk welatiyê bi navê Ebdilrehman Ehmed Hesen (33) yê ji gundê Xelîleka ku girtibû, li hemberî hezar û 500 dolarî , berda.

Li gorî malperê, welatiyê bi navê Omer Reşîd Osman (45) yê ji navçeya Beidîna jî ku hatibû girtin, li hemberî 300 dolarî hatiye berdan.

Her wiha welatiyê bi navê Mihemd Mihemed Şeiban (32) jî ku ji heman gundê Beidîne jî hatiye revandin.

Çete bi darê zorê zeyta zeytûnan ji şêniyên Efrînê distînin

Tişta ku herî zêde Efrîn pê navdar e, bê guman darên wê yên zeytûnan û berhemên wê ne.

Li gorî çavkaniyên ji herêmê, çeteyên dewleta Tirk a dagirker şêniyên gundê Şêxûtka yê navçeyê, neçar kirin ku serê malbatê tenekeyek zeyta zeytûnan bidin wan.

Çavkanî diyar dikin ku çeteyan komîteyek ji bo qeydkirina navan çêkiriye û gefa revandinê li kesên ku fermanên wan pêk naynin, xwariye.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker di destpêka mewsimê zeytûnan de bac li şêniyên gund ferz kiribû û ew neçarî dayîna ji sedî 10 ê berheman kiribû.

Çeteyên dewleta Tirk bi sedan darên zeytûnan birîn

Çeteyên dewleta Tirk hem berhemên Efrîniyan ji wan distînin û hem bi hovîtiya xwe çavkaniya wan berheman diçikînin.

Li gorî agahiyan çeteyan li gundê Astêr bi sedan darên zeytûnan birîn.

Li aliyê din çeteyê bi navê Ebû Heyder mala welatiyê bi navê Osman Şêxo ku li taxa Eşrefiyê ya Efrînê ye, bi hezar û 400 dolarî firot koçberekî ku ji Idlibê hatiye.

Back to top button