Mazlum Ebdi bersivê dide çapemeniya cîhanî

Fermandarê QSD’ê Mazlum Ebdî têkildarî êrişên dewleta Tirk li dijî herêmê, wê dezgehên çapemeniya cîhanî agahdar bike. Hevdîtina Ebdî li gel rojnamegeran sibe wê bi rêya platforma dijîtal Zoomê pêk were.

9 roj in dewleta Tirk, bi balafir, dron, tank û topan êrişî Rojava û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî dike.

Ji ber êrişan, gelek mirovên sivîl şehîd bûne û zerareke mezin li çavkaniyên jiyanî hate kirin.

Gelo wê êrişên dewleta Tirk derbasî kîjan astê bibin?

Amerîka, Rûsya û koalîsyona navdewletî, li hemberî êrişkariya Tirk xwedî helwesteke çawan e?

Êrişên Tirkiyê bandoreke çawa li têkoşîna li dijî DAIŞ’ê dike?

Bersiva van pirsan wê ji aliyê Fermandarê QSD’ê Mazlum Ebdî ve were dayîn.

Ebdî sibe wê li gel saziyên ragihandina cîhanî kom bibe.

Hevdîtina Mazlum Ebdî û rojnamevanan wê bi rêya platforma dijîtal Zoomê pêk were.

Back to top button