Dewleta Tirk a dagirker ev 9 roj in êrîşî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê dike. Îro jî gelek dever bûn armanca êrîşan.
Dewleta Tirk a dagirker gundên Zormixar, Carxilî, mezraya Ehmed Mûnîr ên rojavayê Kobanê û Miştenûr jî topbaran kirin.
Her wiha nexweşxaneya gundê Qeremox jî hat topbarankirin.
Gundên Şehba, Minbic û Til Temr hatin topbarankirin
Artêşa Tirk a dagirker gundê Bênê yê navçeya Şêrawa ya Efrîna dagirkirî û gundê Şêx Îsa yê Şehbayê bi çekên giran topbaran kir.
Di nava 24 saetên dawî de, 19 gund û deverên navçeyên Şera û Şêrawa û kantona Şehbayê bi 545 topan, topbaran kirin.
Di topbarana li ser gundekî Şera de 3 leşkerên hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest dan.
Gundên Cat û Masî yên dikevin bakurê rojhilatê Minbicê bi obîsan hatin topbaran kirin.
Artêşa Tirk û çeteyên wê gundê Gozeliyê yê rojavayê navenda navçeya Temirê jî, da ber topan.
Gundên Girê Spî, Eyn Îsa û derdora navçeya Til Rifat jî bûn hedefa dagirkeran.
Dewleta Tirk a dagirker gundê Xirbet Baqir ê rojavayê kantona Girê Spî ya dagirkirî bi çekên giran tobparan kir.
Her wiha balafireke bombebarkirî li girê gundê Xanê yê rojavayê kantonê jî teqiya.