“Ji bo pêşeroja Kurdistanê xwedîderketina PKK’ê şert e”

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Remzî Şêxmûs bal kişand ser têkoşîna demdirêj a PKKʹê ya ji bo gelên Kurdistanê û got ji bo mîsogeriya pêşeroja Kurdistanê xwedîderketina li PKKʹê pêwîstiyek e.

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (P.D.K.S) Remzî Şêxmûs bi wesîleya salvegera 44ʹan a damezirandina PKKʹê ji ANHAʹyê re axivî.

Şêxmûs diyar kir ku avabûna PKKʹê di sala 1978ʹan de rê li ber komployên li ser gelê Kurd û Kurdistanê di nav de Peymana Cezaîrê ya sala 1975ʹan girt û got:

“Tişta cuda di têkoşîna PKKʹê de ew e ku sûd ji tecrubeyên partiyên din ên Kurdan girt, da ku şaşiyên dîrokî û azar dîsa dubare nebin.

Vê yekê hişt ku fikrê wê bi awayekî mezin di nava beşên civakê de belav bibe.”

Şêxmûs da zanîn ku ya ku hişt PKK mohra xwe li dîroka tevgerên kurdî xist û jin û ciwan xist hêza sereke.

Remzî Şêxmûs bal kişand ser bandora têkoşîna PKKʹê li Rojava û wiha axivî:

“Bê guman rewşa Rojava taybet bû. Rêber Abdullah Ocalan li Rojava ma.

Vê yekê derfet da kadroyên PKKʹê da ku fikr û îdeolojiya partiyê bi awayekî mezin di nava Kurdên li Sûriyê de belav bikin, ji wê zêdetir civakê bi rêxistin bike.

Vê demeke dirêj dewam kir, ji ber ku PKKʹê Kurdên li ber ketibûnê bûn, rakir û hişt bibin xwediyê Şoreşa 19ʹê Tîrmehê.”

Remzî Şêxmûs: Êrişên vê dawî ji bo qirkirina Kurdan e

Şêxmûs anî ziman ku avabûna QSDʹê ya ji hemû pêkhateyan pêk tê berhemekî fikrê rêber Abdullah Ocalan ê biratiya gelan û jiyana hevbeş û çareseriyên ku rêber Ocalan ji bo Rojhilata Navîn û tevahî cîhanê dîtine hişt ku ji rêberê partiyekê bibe rêberê neteweyî.

Remzî Şêxmûs di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku êrişên vê dawiyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne ji bo hedefkirina PKK’ê ji bo qirkirina kurdan e û wiha got:

“Em wisa xeyal bikin ku PKKʹê tune bûya, wê rweşa me çawa bûye? Di wê baweriyê de me ku bêyî PKKʹê wê Kurdistan tunebûya, ji ber ku PKKʹê mertalê pêşeroja Kurdistanê bi her çar parçeyên wê ye.

Eger em di projeya xwe ya demokratîk de dewam bikin û li parçeyên din ên Kurdistanê belav bikin divê em bi hemû derfetên xwe xwedî li partiyê derkevin.”

Back to top button