“Divê gelê Kurd bêdeng nemîne”

Welatiyên navçeya Ranya destnîşankirin ku divê êdî gelê Kurd li beramberî êriş û dagirkeriya dewleta Tirk û rejîma Îranê bêdeng nemînin.

Li beramberî êriş û dagirkeriya dewleta Tirk û Îranê bertek û nerazîbûnên welatiyan her ku diçe zêde dibe.

Welatiyên navçeya Ranyaê ya girêdayî îdareya Raperîn di derbarê mijarê de axivîn.

Welatiyê bi navê Şoreş Xefur destnîşan kir ku divê gelê Kurd li beramberî êriş û dagirkeriyê bêdeng nemînin..

Xefur da zanîn ku divê gel helwestên cidî nîşan bidin û got:

“Bêdengî û bê helwestiya gel, dijmin ji bo êrişên li ser gelê me bi hêztir dike. ”

Welatiyê bi navê Rêbwar Îbrahîm jî dibêje :

“Divê her ferdekê vî gelî xwedî helwest be û deng derxîne.

Pêwîste êdî qebûl neke ku li ser gelê me û xaka me êriş were pêkanîn. “

Back to top button