DORPÊÇA LI SER MEXMÛE JI BO RÊVEBERIYA BAŞÛR ŞERMEKE MEZINE

Piştî kuştina endamê MÎT’a Tirk Osman Kose 17’ê Tîrmehê li Hewlêrê, PDK’ê rê li şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûr girtiye. Tevgera Azadî ev dorpêç weke şermeke mezin ji bo rêveberiya başûrê Kurdistanê bi nav kir.

Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê li ser mijarê daxuyaniyek nivîskî da û got:

Dorpêç û qedexeya li ser şêniyên Wargeha Penabaran a Mexmûrê bi ti hincetan nabe, dûre ji nirx û ehlaqê mirovî û Kurdewarî.

Erka exlaqî û yasayî ye parlamento, hikûmet û desteya mafê mirovan vê şermezariyê rawestîne.

Em bang li hemû welatiyên dilsoz û kesayetiyên nîştimanî, partiyên siyasî, rêxistinên sivîl û demokratîk dikin ku bibin xwedî helwest û vê dorpêçê şermezar bikin.

Leave a Reply

Back to top button