HPG: 4 Leşkerên dagirker hatin kuştin

HPG’ê ragihand, di çalakiyên gerîla de 4 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla ev agahî dan:

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

28’ê Mijdarê li Qada Berxwedanê ya Sîdayê, tîmên bi tevger ên YJA Starê 2 caran bi çekên giran li dagirkeran xistin.

Di encama çalakiyan de 3 dagirker hatin cezakirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgreî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de;

26’ê Mijdarê li Girê Amediyê hêzên gerîla bi çekên giran li dagirkeran xistin.

Li vir jî çeperek hate ruxandin.

28’ê Mijdarê li Girê Cûdî tîmên gerîlayên YJA Starê li dagirkeran xistin.

Di encamê de dagirkerek hate cezakirin.

Di heman rojê de sîstemeke kamera ya mobesse û droneyeke dagirkeran hate xistin.

Her wiha 20 kîlo teqemeniya dagirkeran jî ji aliyê gerîlan ve hate desteserkirin.

Derbarê êrîşên artêşa Tirk a dagirker jî HPG’ê got:

Qadên berxwedanê 4 caran bi çekên Kîmyewî,

3 caran jî bi bombeyên qedexekirî,

32 caran bi helîkopterên êrîşê, û bi dehan caran bi obus, tank û çekên giran hatine bombebarankirin.

Back to top button