QSD’ê bîlançoya 28’ê Mijdarê ya êrişan eşker kir

Herî dawî Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSDʹê bîlançoya roja 28ʹê Mijdarê ango duh ya êrşan eşker kir.
Li gor dawxeyaniyê duh nexweşxaneyek li gundê “Qeremog” ê li gundewarê Kobanê bû armanc.

Êrişên dewleta Tirk a dagiker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dikin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSDʹê bi daxuyaniyekê bîlançoya 28ʹê Mijdarê ya êrişên dagirkeriyê li ser herêmê eşkere kir.

Li gorî daxwiyaniyê;

  • Şehba

Gund Meyasê, Şewerqa, Tatmaraş, Merenaz, Kiştear, Bêne, Bêlluniyê, Soxaneke, Aqibê, Şêx Îsa, bendava Şehba, Minnix, Radar û derdora bajarokê Til Rifatê rastî topbaranê hatin.

Ev deverên navbûrî 132 caran bi obusan û 17 caran jî bi hawanan hatin topbaran kirin.

Di encama topbarana li ser gundê Aqibê de zirarên madî gihişt welatiyan.

Her wiha çeteyên dewleta Tirk jî hewl dan derbasî xeta gundê Hirbilê bibin, lê ev hewlidan ji aliyê şervanan ve hate têk birin.

  • Kobanê

Li aliyekî din, gundê Çariqlê, Zormixar, Ziyaret, Koran, Xerebîsan, Ehmed Mûnîr, Qeremox û bajarokê Şiyux Foqanî yên Kobanê 10 caran bi hawanan, 20 caran bi obussan û 6 caran jî bi tankan hatin topbarankirin.

Li gundê Qeremox nexweşxaneya gund hat hedef girtin.

  • Girê Spî-Minbic

Gundê Dibis, Seyda, Xirbet Beqer yên Girê Spî û rêya M4 a navdewletî bi hawan û tankan hatin topbarankirin.

Her wiha gundê Cat, El Kawiklî, Til Hemam, Toxar, Xalidiyê û Hoşeriye yên Minbicê 11 caran bi obusan hatin hedefgirtin..

Bejahiya bajarokên El Genterî, Zîban û Um El Beramîl 15 caran bi obusan û 7 caran jî bi hawanan hatin topbaran kirin.”

  • Til-Temir

Gundên Gozeliyê, Tewîla, Til Leben, Til Tewîl û Um El Kêf yên Til Temir û Zirganê bêtirî 20 caran bi obusan hatin topbaran kirin.

Herî dawî gundê Mala Bobê, Niwêhat, Rabîat, Dada Evdal, Xidrawî, El Esediye, Mehermela û bajaroka Zirganê 48 caran bi obusan hatin topbaran kirin..

Back to top button