Meclisa PYD li Kobanê şehîd Şîlan Kobanê û hevalên wê bi bîr anî

Li herêmê bi bûneya salvegera18’an a şehadeta Şîlan Kobanê û li dijî êrişan çalakî hatin lidarxistin. PYD’ê li Kobanê, Şehba û Helebê şehîd Şîlan Kobanê bi bîr anî û soza şopandina riya şehîdan da. Ciwanên Reqa û Minbicê jî li dijî êrişan peyama dan.

Îro salvegera 18. a şehadeta ji damezrênerên PYD’ê Şîlan Kobanê û hevrêyên wê ye.

Bi vê boneyê û li dijî êrişên li ser herêmê, li gelek bajarên bakur û rojhilatê Sûriyê daxuyanî û çalakî hebûn.

Meclisa PYD’ê ya herêma Firatê li bajarê Kobanê bi daxuyaniyekê têkoşer Şîlan Kobanê û 4 hevrêyên wê yên şehîd bibîr anî..

Di daxuyaniyê de qale rola van şehîdan hat kirin û soza dewamiya riya wan hat ziman..

Ciwanên Reqayê êrişên li ser herêmê şermzar kirin

Tevgera Ciwanên Şoreşger a bajarê Reqayê jî li dijî êrişan xwepêşandanek li dar xistin.

Bi sedan ji ciwan, endamên saziyên rêveberiya xweser û şêniyên bajêr amede bûbûn.

Ciwanên Minbicê: Em ê bi rihê Şerê Gel ê Şoreşgerî xaka xwe biparêz

Yekîtiya Ciwanên Şoreşger Yên Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Minbicê bi heman armacê meşiyan.

Çalakî ji çerxereya El Mîzan dest pê kir û li çerxereya El Meseb veguherî mêtingê.

Li vir, endamê Yekîtiya Ciwanan Huzeyfe Abdo daxuyanî da..

Di daxuyaniyê de, hate diyarkirin ku gelê herêmê li gorî şerê gel ê şoreşgerî bersiva êrişên dagirkeriyê dide.

Li Şehba û Helebê şîlan Kobanê û hevrêyên wê hatin bibîr anîn

Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê jî bi bûneya salvegera 18’an a şehadeta Şîlan Kobanê daxuyaniyek da û tê de êrişên li ser herêmê jî şermezar kir..

Melicsê êrişa ku Şîlan Kobanê û hevrêyên wê tê de şehîd bûn bibîr xit û got: “Rêjîma Baas bi zanebûn Şîlan û hevalên wê hedef girt da ku îradeya gelê kurd derb bike.”

Meclisa PYD’ê ya Helebê jî bi daxuyaniyekê şehîd Şîlan û hevalê wê bi bîr anî û êrişên niha li ser herêmê pêk tên şermezar kir.

Di daxuyaniyê de, bang li hemû dewlet, sazî û rêxistinên mafên mirovan hat kirin ku li dijî siyastên çewsandina gelê kurd bi erkên xwe rabin.

Dayîkên Aştiyê: Bila êirşên li ser herêmê bê seknandin

Dayîkên aştiyê yên herêma Firatê jî li dijî êrişên li ser herêmê daxuyaniyek dan.

Dayîkan bang li dewletên Cîhanê kirin ku li rex gelên ku cîhan ji çeteyên DAIŞ’ê xilas kirin bisekinin û êrişên dewleta Tirk rawestînin.

Back to top button