Li Soran 311 bûyerên tundiya li dijî jinê hatine qeydkirin

Rêveberiya navçeya Soran ya Başûrê Kurdistnaê ragihand ku îsal 311 bûyerên tundiyê hatine qeydkirin.

Berdevkê Rêveberiya Giştî ya Têkoşîna li Dijî tundiya li ser Jin û nava malê Şêrwan Xalid derbarê asta tundiyê li navçeya Soran de axivî û got:

Ji serê sala 2022’an ve li herêma Soran 2 buyerên kuştin, 8 buyerên destdirêjiya li ser jinê hatine tomarkirin.

Her wiha 4 buyerên şewitînê û 5 buyerên xwe şewitandinê hatine qeydkirin.

Buyer tên guhertin, lê piraniya sedema wan ji ber ku di medyayên civakî de li ser hesaban lêkolîn tune ye.

Berdevkê Rêveberiya Giştî ya Têkoşîna li Dijî tundiya li ser Jin û nava malê di dawiyê de wiha anî ziman:

Ji serê salê ve bi giştî 311 gilî hatine qeydkirin.

Lê rêjeya giştî ya gilî û tundiyê li gorî sala borî kêm bûye ku ji 32 tometbaran 27 kes hatine binçavkirin.

Back to top button