Dewleta Tirk li Rojava êrişên xwe didomîne

Dewleta Tirk a dagirker ev 10 roj in êrişî bakur û rojhilatê Sûriyê dike. Tirkiyeya Dagirker ji seatên sibehê ve dest bi êrişa ser gundên koban, Cizîr û Şehba kiriye.

Artêşa Tirk îro careke din berê topên xwe da herêma bakur û Rojhilatê Sûriyê û di êrişan de binesaziya herêmê û çavkaniya jiyanê dike hedef.

Artêşa dagirker gundên Til Temir, Şehba û Kobanê topbaran kirin

Artêşa Tirk a dagirker gundê Xanê û Gozeliyê yên navçeya Til Temirê bi çekên giran topbaran kir.

Li gorî nûçegihanê me li herêmê, dema erebeyên hêzên Rûsî di riya M4 re ketin nava bajar, êriş li ser gundê Gozeliyê pêk hat.

Her wiha artêşa Tirk gundên Şêx Fatmê û Hemîdiyê yên li rojhilatê Zirganê bi çekên giran topbaran kirin..

Li Dirbêsiyê jî dema cotkarên gundê Bîrkinês erdên xwe diçandin, hatin topbaran kirin.

Gundê Ebû Sirê yê rojavayê Eyn îsa jî bû hedefa êrişan.

Gundên şehba û Efrînê jî rastî topbaranê hatin.

Artêşa dewleta Tirk Aşê Feysel û derdora baregeha hêzên Rûsî ya li nêzî gundê Kiştarê ya Şerayê topbaran kir.

Gundê Bênê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê jî hat topbaran kirin.

Li gorî agahiyan di nava 24 saetên dawî de, Artêşa Tirk 227 topan avêtin gund û navçeyên Efrîn û Şehbayê.

Di van topbaranan de zirarên madî çêbûn.

Ji şeva 19-20’ê Mijdarê ve êrişên dewleta Tirk ên li ser Kobanê ranewestiyane.

Gundên Zormixar û Çarqilê yên rojavayê bajarê Kobanê, gundên Cêşan û Koran ê rojhilatê bajêr bûn armanca êrişan.

Back to top button