Komîteya pisporên Netewên Yekbûyî di vê hefteyê de raporek ji Meclisa Ewlehiyê re pêşkêş kir û tê de dibêje ku rêveberên DAIŞ’ê amadekariyên xwe dikin ku xwe ji nû ve li Iraq û Sûriyê zindî bikin.
Di raparoa Komîteya pisporan de wiha tê gotin:
Li Iraqê serçeteyê DAIŞ`ê Ebû Bekir El-Bexdadî û hemû berpirsên piştî hilweşandina “Xîlafetê” li wir bi cih dibin.
Di heman demê de, li Sûriyê di Adarê de baregeha dawîn a DAIŞ`ê hate hilweşandin, niha jî DAIŞ`iyên veşaritî tên belavkirin û li ser asta parêzgehan şaneyên razayî tên çêkirin.
Komîteyê diyar kir ku di dawiya Nîsanê de El-Bexdadî di dîmekî de got ku ew li hêviya guhdaneke cîhanî ye û tê payîn ku ev yek bi rêya berdewamkirina pêkanîna êrîşên navdewletî de pêk were.
Komîteya pisporên Netewên Yekbûyî her wiha teqez kir ku 30 hezar kesên biyanî û kesên din ên ku çûn”Xîlafetê” ya ku DAIŞ`ê li çend perçeyên Iraqê û Sûriyê ava kirine, hê jî dijîn.