QSD’ê: Li gundê Dibis ê Til-Temirê 2 çete birîndar bûn

Vê êvarê çeteyên dewleta Tirk hewldidan derbasî gundê Dibis yê Til temir bibin. Lê ev hewlidan ji aliyê şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê ve hate têkbirin û 2 çete birîndar bûn.

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê li ser malpera xwe diyar kir ku şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê hewldana çeteyên dewleta Tirk a dagirker têk biriye.

Van çeteyan hewl didan di gundê Dibis ê rojavayê navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê re derbasî herêmê bibin.

Lê Hêzên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê hewldana çeteyên dewleta Tirk a dagirker têk bir.

Her wiha Navendê eşkere kir ku 2 çete jî hatin birîndarkirin.

Back to top button