15 çeteyên şaneyên razayî yên girêdayî DAIŞ’ê hatin girtin.
Ev encama operasyona taybet a hêzên Sûriya Demokartîk li bajarê Hesekê ye.
Çavkaniyên taybet ji Ronahî TV re ragihandin ku Hêzên Sûriya Demokratîk bi hevkariya hêzên ewlekariyê li dijî şaneyên razayî operasyonek li taxa Xiwêran a Hesekê pêk anî.
Çavkaniyê diyar kir ku, saet 3 sibehê, şervan ketin nava tevgerê.
Di encama operasyonê de, 15 endamên şaneyên girêdayî çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin.
Her wiha miqdareke mezin a cebilxane û teqmeniyan ku ji mayin, bome, hawan, kilaşînkov û alavên teknîkî pêk dihat kesin destê şervanan.
Ronahî TV dîmenên operasyonê bi dest xistin.
Tê de diyar dibe ku, şervan bi rêk û pêk bi ser malên ku çete de ne digirn.
Li gorî agahiyan, destê van şaneyan di teqînên bajarê Hesekê de hebûn û piştî wergirtina agahiyan, ev operasyon li dijî wan pêk hat.