DW: DMME doza Ocalan a li hemberî Atînayê qebûl kir

Ji ber ku têkelî komploya 15’ê Sibatê bibê, Rêber Abdullah Ocalan doz li rêveberiya Atîna vekiribû.
Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê, serlêdana Ocalan qebûl kir. 

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 4’ê Kanûna 2008’an de serî li Dadgeha Îdarî ya Atînayê dabû.

Ocalan di vê serlêdanê de diyar kiribû rayedarên Yunanistanê têkildarî wî Peymana Mafê Mirovan a Ewrûpayê binpê kirine û gotibû:

Eger li welatekî Ewrûpayê mirovek 2 caran serlêdana penaberiyê bike , nabe ku were vegerandin.

Serlêdana Ocalan 30’ê Çileyê 2017’an ji aliyê Dadgeha Îdarî ya Atînayê ve hatibû redkirin.

Ji ber vê yekê Rêber Apo bi rêya parêzerên xwe serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê dabû.

Saziya Ragihandina Alman Deutsch Welle serlêdana ku Abdullah Ocalan hatiye qebûlkirin.

Parêzer di serlêdanê de bi bîr dixin ku pêvajoya 9’ê Cotmeha 1998’an ji aliyê hêzên navneteweyî hatibû destpêkirin û wiha îşaret bi rola Yûnanistanê dikin:

Sala 1998’an daxwaza Ocalan a mafê penaberiyê ji aliyê Atînayê ve ne hat qebûlkirin.

Her wiha destûr nehat dayîn ku li dadgehên Yunanistanê li mafê xwe bigere. Lewma gelek xalên Peymana Mafên Mirovan a Ewrûpayê hatin binpêkirin.

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê ku serlêdan qebûl kir, ji rêveberiya Atîna û parêzerên Ocalan xwest ku bersivê bide pirsên wan.

Dadgehê bi taybet ji hukûmeta Yunanistanê van pirsan dike:

Gelo sîxurên Yunanistanê Abdullah Ocalan teslîmî dewleta Tirk kirin?

Dadgehê ji ber bersivdayîna vê pirsê 12 roj dem dane Atînayê.

Pêkane ku cdi nava salekê de biryara xwe a têkildarî serlêdanê eşkere bike.

Back to top button