Rêveberiya Xweser bi parlamenterên Alman re civiya

Duh “29’ê Mijdarê” şandeyeke Rêveberiya Xweser bi parlamenterên Alman re civiya.
Di civînê de ji parlamenterên Alman hat xwestin ku zextê li hikumetên Ewropayê bikin ku xwedî helwest bin û êrişên dewleta Tirk rawestînin. 

29’ê Mijdarê şandeyeke Rêveberiya Xweser li paytexta Almanya Berlînê bi parlamenterên Elman re civiya.

Şande ji nûnerê Rêveberiya Xweser li Ewropayê Dr.Ebdulkerîm Omer û nûnerê Rêveberiya Xweser li Almanyayê Xalid Derwîş pêk dihat.

Mijara sereke ya civînê jî, êrişên herî dawî yên dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûn.

Di civînê de, Ebdulkerîm Omer wêneyek ji êrişên herî dawî yên dewleta Tirk li ser herêmê ji parlamenterên Elman re pêşan da.

Omer anî ziman ku artêşa Tirkiyê binesaziya herêmê, navendên sivîl, jiyanî û xizmetguzarî wek stasyonên neft û gazê, depoyên genim û nexweşxane di êrişên xwe de kirin armanc.

Ebdulkerîm Omer: Êriş bandorê li têkoşîna li dijî DAIŞ’ê dikin

Her wiha da zanîn ku dewleta Tirk niha amadekariya operasyoneke leşkerî ya bejayî bo dagirkirina Kobanî, Minbic û Tel Rifatê dike û ev got:

“Eger ev operasyona bejayî pêk were em ê rûbirûyî pêleke nû û mezin a penaberan bibin.

Ji bilî wê, wê valahiyek dekeve ku DAIŞ jê sûdê bigire û jinûve çalak bibe.”

Ebdulkerîm Omer tekez kir ku ji aliyê wan ve ti gef li ser Tirkiyê tune ne û ew her bi çareserkrina pirsgirêkan bi rêya diyalogê re ne.

Ebdulkerîm Omer: Xwedî hewest bin û êrişan rawestînin!

Dawiya axaftina xwe nûnerê Rêveberiya Xweser li Ewropayê Dr.Ebdulkerîm Omer daxwaz ji parlamenterên Alman kir ku bi rêya Parlementoya Federal a Alman û Parlementoya Ewrûpayê berpirsyariyên xwe bi cih bînin, zextê li hikumetên Ewrûpayê bikin, xwedî helwest bin û ji bo rawestandina êrişên dewleta Tirk a dagirker bixebitin.

Back to top button