Xelkê Qamişlo: Em ê li ber xwe bidin

Xelkê herêmê li dijî êrişên dagirkeriya Tirk bertek nîşan dan û piştrast kirin ku ew ê li hember her cure êriş parastina xaka xwe bikin û li ber xwe bidin. 

Dewleta Tirk a dagirker ji şeva 19 Mijdarê ve bi dijwarî êrişî Rojava dike.

Ji wê rojê ve gel li qada ye û nerazîbûnên xwe ji êrişan tînin ziman.

Xelkê Qamişlo dibêjin êrişên dewleta Tirk bi armanca qirkirina gelê herêmê ye.

Her wiha piştrast kirin ku ew ê li hember her cure êriş li ber xwe bidin.

Xelkê Reqa: Em bi QSD’ê re ne

Xelkê Reqayê jî êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûrî şermezar kirin û gotin:

”Bi hevgirtina gelê me û bi hevgirtina me ya bi QSD’ê re, em ê bi ser bikevin.”

Xelkê bang li welatên Ereban kirin ku ji bi rawestandina êrişan destwerdanê bikin.

Xelkê Hesekê: Tirkiyê sivîlan dike armanc

Her wiha xelkê Hesekê anîn ziman ku dewleta Tirk sivîl û çavkaniyên jiyanî dike armanc.

Û teqez kirin ku berdêl çi be bila bibe ew amade ne herêmên xwe ji dagirkeriya Tirk biparêz in.

Back to top button