ŞERVANÊ HÊZÊN ERKA XWEPARASTINÊ EHMED ZIYAB LI TIL HEMÎSÊ HAT OXIRKIRIN

Bi dehan şêniyên navçeya Til Hemîsê bi merasîmekê cenazeyê Şervanê Hêzên Erka Xwe Parstinê Ehmed Ziyab li goristana şehîdan oxirkir. 

Şervanê Hêzên Erka Xweparstinê Ehmed Ziyab Elqeraf li Qamişlo dema bi erka xwe radibû şehîd bû.

Bi dehan şêniyên navçeya Til Hemîsê piştî wergirtina cenazeyê şehîd bi karwanekî ber bi goristana şehîdan ve ketin rê.

Li goristanê piştî merasîma leşkerî li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdn û Hêzên Erka Xweparstinê axaftin hatin kirin.

Kesên axivîn soza şopandina xeta şehîdan heta pêkanîna xeyalên wan da.

Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîd di nava sloganan de hate oxirkirin.

 

 

Leave a Reply

Back to top button