Mazlûm Ebdî bersiv da çapemeniya cîhanê

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlum Ebdî têkildarî êrişên dewleta Tirk li dijî herêmê, ji bi rêka Zoomê ji dezgehên çapemeniya cîhanî re axivî..
Mazlum Ebdî daxuyakirin ku ew ji bo parastina axa xwe amadene û got:
“Ji ber helwesta netêrker a rusya û amerîka dewelta tirk wê êrişeke bejahî pêk bîne. Ger êrişeke rû bide emê şereke mizin bikin û axa xwe biparêzin.”

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlum Ebdî têkildarî êrişên dewleta Tirk li dijî herêmê, ji dezgehên çapemeniya cîhanî re axivî..

Axaftin bi rêya platforma dijîtal Zoomê pêk hat.

Mazlûm Ebdî: Emê şerêkî mezin bikin

Mazlûm Ebdî diyarkir ku êrişên tirkiyê li ser heremê didome û taybet jî dewleta Tirk a dagirker sivîl û çavkaniyên jiyanê dike armanc.

Ebdî diyarkir ku dewleta dagirker ji bo pêkanîna êrişeke bejahî di nav liv û tevgerê de ne.

Fermandarê QSD’ê daxuyakirin ev êriş wê bandorê têkoşîna li dijî DAIŞ’ê jî bike

“Dewleta Tirk wê demeke kin de êrişeke bejahî pêk bîne”

Ji aliyek din Mazlum Ebdî daxuyakirin ku li hember êrişan helwesta Amerîka, Rûsya û koalîsyona navdewletî, netêrker e.

“Ji bo rejîm vegere seranserê sînor lihevkirineke siyasî pêwîst e”

Mazlûm Ebdî dazanîn ku li dijî êrişên dagirkeriya tirkiyê li hin deverê sînorê bakur û rojhilatê Sûrî hêzên hikûmeta şamê hene û got.

“Ji bo teqîna Stenbolê divê lêpirsîneke navdewletî pêk bê”

Ebdî careke din diyarkir ku ti eleqeya wan teqîna stenbolê nîne û daxwazkir ku derbarê mijarê de lêpirsîneke navdewletî pêk bê.

Back to top button