Demîrtaş ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li Wezareta Dadê da

Hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ji bo bi rêya SEG-BÎS’ê hevdîtinê bi Rêber Abdullah Ocalan bike serî li Wezareta Edaletê da.

Hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ku li Girtîgeha Edîrneyê girtiye, ji bo hevdîtina bi rêber Ocalan re, Serî li Wezareta Edaletê ya Tirkiyê da.

Demirtaş di daxwaznameya Koma Parastinê de got: Abdullah Ocalan nêzî 23 sal in li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Îmraliyê, di hucreya yek kesî de û di şert û mercên tecrîdê de tê girtin.

Nêzî salek û 8 mehin, ji mafê xwe yê hevdîtina bi malbat û parêzeran bêpar hatiye hiştin.

Hevserokê HDP’ê yê berê, dawiyê diyar kir ku li gel gelek polîtîkayên şaş, bi tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan, alozî zêde dibin.

Demirtaş: Wek parêzerekî dixwazim bi Rêber Ocalan re hevdîtinê bikim

eJi bo bi awayekî mayînde dawî li polîtîkayên li Girtîgeha Îmraliyê bê anîn,z weke parêzer û siyasetmedarekî daxwaz dikim ku bi rêya deng û dîmen bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînim.

Back to top button