MICHAEL RUBIN: ARMANCA TIRKIYÊ PETROL E, NE TEROR E

Armanca Dewleta Tirk ne teror e, armanca wê petrol e ango talankirina xêr û bêrên herêmê bi xwe ye. Ev naveroka nivîsa Endamê berê yê Pentagonê Micheal Rubin e. Ev axaftin, di wextekê de tê ku gefên dewleta Tirk a dagirker li herêmên bakur û rojhilatê Sûrî zêdetir bûne. 

Piştî têkbirina çeteyên dewleta Tirk ango çeteyên DAIŞ’ê li ser destê şerêvanên QSD’ê ev hêz bûn kelem û xew ji çavên Erdogan revand.

Ji wê demê ve gefên dagirkeriyê li herêmên bakur û rojhilatê Sûrî dixwe.

Di nivîsareke Rojnameya Washington Examiner de endamê berê yê Pentagonê Micheal Rubin der barê vê mijarê de wiha dibêje:

Wezîrê parastinê Mark Esper 29’ê Tîrmehê, bi telefonê bi hevkarê xwe yê Tirkî Hulusî Akar re axivî.

Lê ev hevpeywendî ne baş bû.

Li gorî hevpeywendiyê, Akar ji Amerîkayê xwestiye ku 32 km derbasî sînorê Sûriyê bibe û herêma ewle ava bike.

Tirkiye dibîne ew bi tenê dikare ewlehiya herêma bakur û rojhilatê Sûrî biparêze.

Akar gotiye eger Amerîka daxwaza me red kir, ew ê operasyoneke leşkerî berfireh li bakur û rojhilatê Sûrî dest pê bikin.

Tirkiye dixwaze vê herêmê dagir bike, nimûneya vê jî Efrîn e.

Rubin di gotara xwe de wiha domand:

Di êrîşa li ser Efrînê de, dewleta Tirk ne ji bo terorê êrîş kir, lê belê armanca wê qirikirina nejadî bû.

Eger ev tecrube li bakur û rojhilatê Sûrî jî dubare bibe, wê şerekî navxweyî rû bide.

Eger Tirkiye bi rastî ji terorê ditirse, dikare vê herêma ewle li nava erdên xwe ava bike.

Micheal Rubin dibêje:

Eger herêm Ewle ava kirin jî, divê diplomat û generalên Tirk baş zanibin ku hêzên Kurdî wê Tirkan rehet nehêlin û mîna kelemekê be.

Mîna hêzên Ermen û Yonanî yên li Tirkiyê.

Micheal Rubin sedemên dagirkirina Tirkiyê ji herêmê re, li van tiştan vedigerîne:

Dewleta Tirk petrola herêmê dixwaze.

Erdogan dixwaze çavên Tirkan ji ser têkçûyînên xwe dagerîne.

Eger êrîş çêbû, wê çavkaniyên petrolê jî têkevin nava “herêma ewle” ku Tirkiye çavê xwe berdayê.

Eger Wezîrê parastinê Mark Esper dixwaze aloziyên herêmê bi dawî bike, gerek ji Akar re bibêje herêma ewle li Sûriyê tune ye û leşkerên din di hundirê erda Sûriyê de nabin.

Divê ji Tirkiye re bibêje na..

Endamê berê yê Pentagonê Micheal Rubin bi gotina:

Rêbazê herî rast ew e ku Tirkiye were sekinandin, ne were razîkirin..” bi dawî kir.

 

Leave a Reply

Back to top button