Serhildana li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di roja 76. de didome

Serhildana gelên Rojhilatê Kurdistan û Îranê, bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ didome. Doh lîstika futbolê ya Kûpaya Cîhanî ya FIFA’yê di navbera Îran û Amerîka de hebû ev yek bandora xwe li serhildanan jî da. Binketina Îranê û derketina wê ji Kupaya cihanî di nava gel de bi şahiyan hate pîroz kirin. Li aliyê din heta niha di êrişên hêzên dewletê de herî kêm 448 kes hatine kuştin

Serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ya bi pêşengiya jinan des pê kir bê navber dewam dike..

Di roja 76’an ya serhildanê de girev û çalakiyên gel didomin.

Tevî gefên hêzên dewleta Îranê, li gelek bajaran gireva karker û ajokarên barhilgiran hebûn.

Weke di dîmenan de jî xuya dibe, ajokarên barhilgiran bi temamî karên xwe rawestandine û daxwaza mafê xwe dikin.

Di heman demê de çalakî û nerazîbûnên xwedekaran jî dewam kirin û zanîngeh hatin boykotkirin.

Li aliyê din, duh êvarê binketina Tîma Îranê ya Futbolê di Kûpa Cîhanî ya FIFA’yê de, li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê di çalakiyan de hat pîroz kirin.

Binketina tîma Îranê di kûpaya cîhanî de rojeva çalakgeran bû

Ev şahî û kêfxweşiya çalakgeran ji binkeftina tîma Îranê, ji ber di serhildanê de piştgiriya gel nekirin û bêhelwest mabûn bû.

Gel daketin kolanan û kêfxwaşiya xwe raber kirin û çalakiyên xwe domandin.

Hêzên dewletê jî xwe li vê yekê negirtin û bi tundî êrişî gel kirin.

Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê: Heta niha 448 kes hatin kuştin

Li aliyê din, Rêxistina Mafê Mirov a Îranê eşkere kir ku ji destpêka serhildanê de û heta îro herî kêm 448 kes hatine kuştin, ji vana 60 zarok û 29 jin in.

Rêxistina Mafê Mirov a Îranê raporek nû li ser amara qurbaniyên xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê belav kir.

Rêxistinê eşkere kir ku ji destpêka xwepêşandanan ve herî kêm 448 kes hatine kuştin. Ji vana 60 zarok û 29 jî jin in.

Rêxistinê di rapora xwe de diyar kir ku ev hejmara qurbaniyan tenê ya karîbû were belgekirine..

Li gorî daneyên Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê ji kesên hatine qetilkirin, 110 kes Kurdin û 128 kes jî Belûcî ne.

Back to top button