Gundên Eyn Îsa, Koban û Şehbayê hatin topbaran kirin

​​​​​​​Tevî gelek bertekên heremî û cîhanî jî, Dewleta Tirk êrişên xwe yên li ser bakur û rojhilatê sûriyê nade rawestandin. Artêşa Tirk îro 11 rojin, êrişên xwe yên li ser herêmê didomîne.

Di seatên piştî nîvro de artêşa Tirk a dagirker gundên Cidêda, Mielek, Dibis û rêya M4 yên girêdayî navçeya Eyn Îsayê topbaran kirin.

Dagirkeran gundê Çariqlî yê 20 km li rojavayê bajarê Kobanê jî da ber topan.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Meyasê û Birc Qas ên navçeya Şêrawa û gundê Tinib ê navçeya Şera ya Efrîna dagirkirî topbaran kirin.

Her weha tevgera balafirên bêmirov û balafirên şer ên dewleta Tirk li asîmanê herêmê hebû.

Li aliyê din bîlançoya 24 saetên dawî a êrişên li ser herêma Efrînê hat eşkere kirin.

Li gorî agahiyan, di nava 24 saetên dawî de, 189 top li 16 deverên navçeyên Şera, Şêrawa û kantona Şehba ketine.

Di êrişên li ser gundê Soxanekê de 2 welatî birîndar bûn.

Back to top button