DAIŞ’ê kuştina serçetêye xwe piştrast kir

Berdevkê çeteyên DAIŞ`ê ragihand ku serçeteyê wan Ebû El Hesen El Qureşî hatiye kuştin û serçeteyê ku dê şûna wî bigire eşkere kir.

Berdevkê çeteyên DAIŞ`ê Ebû Omer El Mihacir li ser hesabên çeteyên DAIŞ`ê yên telegramê dengek belav kir

Di qeyda deng de tê gotin, serçeteyê wan Ebû Hesen El Qureşî hatiye kuştin

Lê cih û dema kuştina wî tu agahîye parve nake.

Her wiha Berdevkê çeteyên DAIŞ`ê Ebû Omer El Mihacir dibêje wan serçeteyê nû jî eşkere kiriye.

Ebû El Hisên El Huseynî bû serçeteyê nû yê DAIŞ’ê

DAIŞ`ê ragihand ku çeteyê bi navê Ebû El Hisên El Huseynî El Qureşî bûye serçeteya wan yê nû.

Ebû Hesen El Qureşî piştî kuştina Ebdullah Qerdaş an jî bi navê Ebû Îbrahîm El Qureşî dihat naskirin bibû serçeteyê DAIŞ`ê.

Back to top button