Êrişên dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomin

​​​​​​​Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê vaye 11 rojin bê navber dewam dikin.

Her wiha di saetên şevê de jî daweleta Tirk bi guleyên tangê êrişî gundên Çarixlî, Koran û Xerebîstana jêrîn kirin.

Dagirkeriya Tirk gundên Bîr Kêtik û Xirbet Baqir ên rojavayê kantona Girê Spî bi çekên giran topbaran kir.

Li gorî agahiyan, di nava 24 saetên dawî de, 189 top li 16 deverên navçeyên Şera, Şêrawa û kantona Şehba ketine.

Gundên Eyn Îsa, Koban û Şehbayê hatin topbaran kirin

Back to top button