Ciwanên Qamişlo li dijî tecrîdê daketin qadan

Ciwanên Qamişlo duh bi meşeke girseyî pişgiriya xwe bi helwesta rêber Apo a redkirina hevdîtina bi CPT’î re nîşan dan.
Ciwanan banga azadiya fîzîkî a rêber Ocalan kirin.” 

Ciwanên Qamişlo bi meşekê piştgiriya xwe ji helwesta rêber APO re nîşan dan.

Di meşê de Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Şêrhat Ehmed axivî û got:

”Em bang li aliyên berpirs dikin ku xwedî li erka xwe derkevin û tecrîda li ser rêber Ocalan a dermirovî bi dawî bikin.

Dewleta Tirk dizane ku hevdîtinek bi rêber Ocalan re, dikare rewşa herêmê biguhere, ji ber wê tecrîda li ser wî giran dike.”

Şêrhat dawiyê tekez kir ku ew ê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo asta têkoşîna xwe bilindtir bikin.

Back to top button