“Rêveberiya Xweser pêdiviyên sere peyda kirin e”

Cîgirê hevseroketiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Hemdan El Ebid got :
​​​​​​​”Rêveberiya Xweser ji bo çi rewşeke awarte pêdiviyên sereke peyda kirin.”

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser di 6’ê Tîrmeha 2022’yan de ji ber êrişên dewleta Tirk rewşa awarte ragihandibû.

Têkildarî mijarê, Hemdan El Ebid axivî û got :

“Rêveberiya Xweser di çarçoveya rewşa awarte tedbîrê xwe girtibûn ..

Ji ber ku derî yan jî jêderên pêkanîna van madeyan wê werin sekinandin..

Bi taybet şîrê zarokan, derman, nan û sotemenî.

Tedbîrên van hemû madeyan hatine kirin û dabînkirin.”

El Ebid tekez kir ku Rêveberiya Xweser û QSD ji bo vî şerî amade ne û wiha domand :

Em hêvî dikin ku şer pêk neyê, lê eger dest pê kir, em amade ne.

Divê gelê herêmê li hember van êrişan bibin xwedî helwest..

Back to top button