LI HESEKÊ, HÊZÊN EWLEHIYÊ 20 ÇETE JI ŞANEYÊN DAIŞ’Ê GIRTIN

Hêzên leşkerî û ewlehî yên bajarê Hesekê li dijî yekîneyek veşartî ya DAIŞ’ê operasyonek li dar xist. Di encamê de 20 çete girtin û miqdarek mizin a çekan hat desteserkirin.

Meclisa Leşkerî ya Hesekê li ser agahiyên ku şêniyên taxa Xiwêran a bakûrî bajêr girtin ku kesên biguman li ser wan hene dest bi lêgerînê kirin.

Hat diyarkirin ku ew kesên guman li ser wan hene girêdayî şandeyek veşartî ya çeteyên DAIŞ’ê ye.

Li ses vê yekê Hêzên leşkerî û ewlehî yên bajarê Hesekê duh saet 03:00 derengî şevê operasyonek da destpêkirin û heya saet 10:00 sibehê dewam kir.

Di operasyonê de 20 çete hatin girtin û ji wan nasnameyên Iraqî hene.

Têkildarî operasyonê Fermandarê Giştî yê Meclisa Leşkerî ya Hesekê Idrîs Selmo di daxuyaniyek çapemeniyê de diyar kir ku wan bi vê operasyonê rê li ber komkujiyeke ku îhtîmal hebû di rojên cejnê de hatiba kirin, girtin.

Idrîs Selmo her wiha destnîşan kir ku di operasyonê de miqdarek mezin a çekan hate desteserkirin.

 

Leave a Reply

Back to top button