Îmam Taşçier: Armanca Tirkiyê tunekirina xweseriya gelê herêmê ye

Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier derbarê êrişên dewleta Tirk de axivî û diyar kir ku “Armanca dewleta Tirkiye tunekirina xweseriya gelê herêmê ye.”

Derbarê êrişên dewleta tirk Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier ji ajansa Mezopoyamya yê re axivî, diyar kir ku armanca Tirkiyê tunekirina destkeftiyên gelê Bakûr û Rojhilatê Suryê ye û got:

“Kurd û gelên din ên li herêmê xweseriya xwe ava kirin. Dewleta Tirkiye jî dixwaze vê statuyê hilweşîne.

Armanca wan weke çeteyên DAÎŞ dagirkirina herêmê ye. Ev jî nîşan dide ku planeke qirêj li ser herêmê tê meşandin.

Desthilata AKP-MHP’ê çawa ku Efrîn dagir kir, niha jî dixwaze Koban û Minbicê dagir bik.

Armanca wan ne tenê gelê Kurde, armanc dagirkirina Suriyê ye.

Îmam Taşçier: Divê li dijî şer yekîtî û yekrêziyek hebe

Dawiyê Parlamenterê HDP’ê bang kir ku pêwîste hemû aştîxwaz li dijî şer rabin, bi yekitî û yekrêzî tevbigerin.

Back to top button