Dewleta Tirk êrişên li ser Rojava didomîne

Zêdeyî 10 rojin, rojavayê kurdistanê ji aliyê Dewleta Tirk a dagirker ve tê topbaran kirin. Bi armanca koçberkirina şêniyên herêmê, dagirker gundên sivîlan dikin hefed.
îro, car din gundên Eyn Îsa, Koban û Girê Spî rastî êrişan hatin.

Îro 11 rojin Dewleta dewleta Tirk a dagirker gundên bakur û rojhiilatê Sûriyê dide ber topan..

Gundên Til Temir, Eyn Îsayê, Koban û Girê Spî rastî topbaranê hatin.

Gundên Eyn Îsa, Girê Spî û Kobanê hatin topbaran kiri

wêneyên gundê Tirwaziya yê mizgefta gunddi girupa agahiyand e ye.

Îro seatên piştî nîvro artêşa Tirk a dagirker ji baregeha xwe ya Ebû Nûr ê li gundê Bîr Îsa, gundên Tirwaziya, Um-Beramîl û Sikêro yên li rojhilatê Eyn Îsayê topbaran kir.

Dagirkeran rêya M4, depoyên Eyn Îsa û nuqteyeke hêzên hikumeta Şamê kirin armanca êrişan.

Gundê Silêybî ya girêdayî rojavayê Girê Spî jî bi çekên giran hat topbaran kirin.

Di êrişa dewleta Tirk de, du leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûn

Li gundê koranê yê li rojhilatî kobanê, dironeke bi çek ya dewleta Tirk a dagirker nûqteyeke hêzên hikûmeta şamê hedef girt.

Di encama êrişa bombebaranê de, 2 leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûn.

Navên her 2 leşkerên birîndar wiha ne;

Fadî Yehya 37 salî û Mihemed Kemal Cemûle 29 salî. Leşkerên birîndar li Nexweşxaneya Kobanê tên dermankirin.

Li ser topbaranê û rewaş birîndarên hêzên hikûmeta şamê, nûçegihanê me Şivan Mêsî berê xwe dan nexweşxaniyê.

Artêşa dagirker duh êvarê jî Navenda bajarê Zirgan, gundewarê Minbic, Girê Spî, Til Temir, Eyn Îsa û Kobanê topbaran kir.

Hemwextî êrişan tevgereke zêde ya balafirên bêmirov ên dewleta Tirk li asîmanê herêmê heye.

Back to top button