
Duh gelek partî û kesayetên sûrî yên serbixwe ji Helebê bi daxuyaniyekê êrişên Tirkiyê li dijî herêmê şermezar kirin .
Partî û kesayetên sûrî yên serbixwe bi daxuyaniyekê berdewamkirina êrişan şermezar kirin..
Û banga yekitiyeke niştîmanî li hember dagirkeriya Tirk kirin.
Daxuyanî bi beşdariya nûnerên partiyan û kesayetên serbixwe hat xwendin..
Di daxuyaniyê de ev yek hat gotin :
“Dewleta Tirk di êrişên xwe de binesaziya herêmê dike hedef ..
Divê bi fermî nûnerê gelê Sûriyê di civînên navneteweyî de hebe. ”
Di daxwiyaniyê de hat diyarkirin ku li hember dagirkeriya Tirk îradeya gelê Sûriyê pir xurt e.
Di dawiya daxuyaniyê de bang li welatparêzan hat kirin ku ji bo yekitiya niştîmanî tevbigerin.