Balafirên bê mirov ê artêşa dagirker gundewarê Eyn Îsa bombbaran kir

Dewleta Tirk a dagirker doh êvarê careke din gundewarê navçeya Eyn Îsayê, Kobanê û Til Temirê topbaran kir.

Doh êvarê gundên Xanî, Kor Hesen, El Sewan, Silîbiye û Evdikoy ên rojavayê kantona Girê Spî bi çekên giran hat topbaran kir.

Artêşa dagirker bi çekên giran û balafirên bêmirov gundên Hoşan, Seyda, Cideyda, Fatse û Mişêrfe yên Eyn Îsayê jî topbaran kir.

Heman wextê balafirên bê mirov ên biçek ên artêşa dagirker 2 caran navbera Eyn Îsa û Reqayê bombebaran kir.

Ji aliyeke din gundê Til Şeîr, Ziyaret, Şiyûx Jêrîn, Carxilî, Zormixar û mezraya Ehmed Mûnîr ên Kobanê bûn armanca êrişan ..

Her wiha gundê gozeliyê yê Til Temirê jî hate topbaran kirin.

Li Minbicê erebeyek teqiya tenê zirarên madî çêbûn

Doh derengiya şevê jî li Minbicê nêzî stasyona sotemeniyê ya El Elcanî li çerxerêya Şehîdan a bajêr erebeyek teqiya.

Hate ragihandin di encama teqînê de tu windahî çênebûye, tenê zirarên madî çêbûne.

Back to top button