ÇETEYAN 2 ENDEZYAR JI GUNDÊN XIRABÊ ŞERA Û TURINDÊ REVANDIN

Li Efrînê, revandina sivîlan ji aliyê çeteyên dagirkeriyê ve didome. 28 Tîrmehê, çeteyên dewleta Tirk a dagirker endezyar Zekeriya Elî revand. Zekeriya Elî 57 salî ye û ji gundê Xirabê Şera yê navçeya Şera ye.

Di heman rojê de, çeteyan endezyar Ehmed Muxtar Sîdo revand.

Ehmed Muxtar Sîdo 60 salî ye û ji gundê Turindê yê bajarê Efrînê ye.

Ji xwe 24 Tîrmehê jî, endezyar Xoşnav Hemo hatibû revandin.

Derbarê van hersê endezyaran de tu agahiyên din nîn in.

Li aliyê din, çeteyên dagirkeriya Tirk ên bi navê Sultan Murad kolan û lêgerîna şûnwaran didomînin.

Di vê derbarê de, çeteyan girên gundên Bîbaka, Qoşo û Şerqiya yên Bilbilê kolandin.

Her wiha li gel kolandinê, bi sedan darên zeytûnê hatin qutkirin.

 

Leave a Reply

Back to top button