Gerîlla TV dîmenên “Operasyona Şoreşgerî” weşnad

26’ê Mijdarê, HPG’ê eşkere kiribû ku gerîllayên wan li dijî hêzên artêşa Tirk operasyonên şoreşgerî pêk anîne.
Îro Gerîla TV dîmenê operasyona li Girê Hakkarî weşand.
Ji van dîmenan dîyar dibe ku gerîlla di nava şertên giran de yek bi yek çeperên artêşa Tirk didin ber xwe û wan tine dikin.
Di vê tevgera şoreşgerî de 42 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin.

26’ê Mijdarê nava rojê.

Komeke ji gerîllayên HPG’ê û YJA-Starê ji bo tola hevrêyên xwe ên bi çekên kîmyewî şehîd bûn, dest bi tevgereke mezin kirin.

HPG’ê ev tevgera ku li Qada Girê Hekarî pêk hat, weke Operasyona Şoreşgerî binav kir.

Gerîlla TV îro dîmenên vê operasyonê bi raya giştî re parve kirin.

Gerîlla di vê operasyonê de ji 3 baskan ve bi ser çeperên artêşa Tirk de digrin.

Diyar e ku gerîlla di vê operasyonê de pir bi hostatî û baldarî tevgeriyane.

Lewma heta dikevin çeperên artêşa Tirk, leşker bi wan nahisin.

HPG’ê têkildarî baskê operasyonê yê Girê Şehîd Zamanî ev agahî parve kiribûn:

Gerîllayên me bi wêrekî êriş bi ser dagirkeran.

17 çeperên dijmin yek bi yek rûxandin.

Leşkerên di van çeperan de hemû hatin kuştin.

Gerîlla li Girê Şehîd Zemanî hemû çeperên artêşa dagirker tine kirin.

Fermandarê baskê êrîşê hevrê Amed ê ku bi ruhê fedaî bi ser dijmin ve çû, tevî ku birîndar bû, ferman da gerîlla ku operasyonê dewam bikin.

Gerîllayên me Amed, Binevş û Baran ên pêşengî ji vê operasyona şoreşgerî re kirin, bûn sembola wêrekiya bê mînak, heta nefesa xwe ya dawî şer kirin û şehîd bûn.

“42 leşkerên Tirk tevî fermandarên xwe hatin kuştin”

Di heman operasyona şoreşgerî de, Baskên Girê Şehîd Akîf û Girê Şehîd Viyan li hêzên dagirker dan.

Li van herdû deveran jî herî kêm 5 leşker hatin kuştin.

HPG’ê encama dawî ya operasyona şoreşgerşî wiha parve kir:

  • 42 Dagirker tevî fermandarên xwe hatin kuştin
  • 17 Çeper, tevî çekên girsan û alavên leşkerî hatin tinekirin
  • 4 Çekên MPT-55
  • 4 Dûrbîn
  • Çeka bombeavêj
  • Çeka sekvaniyê ya taybet
  • Û gelek alavên leşkerî ketin destê gerîlla.

Back to top button