Eyn Îsa- Tirkiyê mizgefta El-Tirwaziyê wêran kir

Artêşa dewleta Tirk êrişî mizgefta El-Tirwaziyê ya Eyn Îsayê kir û mizkeft wêran kir.

13 rojin dewleta Tirk bênavber êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî dike.

Artêşa dagirker di van êrişan de deverên çavkaniyên jiyanê weke cihê mazot, xaz, nexweşxane, dibistan, sawamayên genim sîvîl û cihwarên wan kir armanc.

Artêşa qirker ji van sûcên xwe sînordar nema, vê carê dest bi armanckirina cihên Îbadetê jî kiriye.

Doh êrişî mizgefta El-Tirwaziyê ya Eyn Îsayê kir û zêdeyî 25 topî lêxist.

Ji ber êrişên dijwar mizgeft wêran bû.

Ev foto yên mizgefta navborî ye. Têde wêraniya mizgeftê diyar dibe.

Her wiha cihê topên dewleta Tirk ku lê ketine jî eşkere xuya dike.

Back to top button