Karayilan: Xweparastin pîvana civaka azad e ku nebe nabe

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan diyarkir ku Eger Rojava taktîka şerê bin erd, tîmên profesyonel û şerê gel ê şoreşgerî û pratîka gerîla ya Zap Avaşîn û Metînay ji xwe re esas bigre wê dagirkeriya tirkî têk biçe û ti hêz nikaribe heremê dagir bike.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan bi wesîleya salvegera damezrandina PKK’ê ji rojnameya Serxwebûnê re gotarek nivîsî.

Karayilan di gotarê de diyar kir ku dewleta tirk di polîtîka xwe ya qirkirina kurdan de israr dike.

Mûrat Karayilan îşaret bi berxwedana heyî ya li Kurdistanê kir û wiha dewam kir:

“Şerê Gel ê Şoreşgerî yê ku em li Kurdistanê dimeşînin, şerekî rewa ye; nebe nabe. Ji ber ku êrîş li ser her tiştên me heye.

Bi konsepta tunekirinê, bi polîtîkayên qirkirinê tunebûn li vê civakê tê ferzkirin.

Civaka kurd jî bi şêwazê şerê gel û bi paradîgma civaka demokratîk ekolojîk a xwe dispêre azadiya jinê hebûna xwe diparêze li berxwe dide.

Ji ber ku zindiyên xwe bi hêza xwe nikaribe biparêze, ti carî nikare hebûna xwe dewam bike.”

“Divê Rojava tecrûbeya Gerîla ya 8 mehan esas bigre”

Karayilan ji bo Rojavayê Kurdistanê xwe biparêze balkişand li ser 4 hîmên bingehîn ê şerê gel ê şoreşgerî û ev nirxandin kir:

Gerîla, gel, hêzên xweparastinê û Şerê binê erdê faktorên bingehîn ê şerê gel ê şoreşgerî ye.

Di pratîka 8 meha ya gerîla de faktora şerê bin erd weke faktoreke bingehîn derket holê.

Eger Rojava taktîka şerê bin erd, tîmên profesyonel ji xwe re bike esas;

eger nêzîkatiyeke rast li şerê gel bê nîşandan; şer li gorî pisporiya hêza şerker bê birêxistinkirin, kîjan artêş êrîşî wê derê bike jî wê bixitime.

Pratîka ku 2 sal in li Zap, Avaşîn û Metînayê hate kirin, mînaka şênber a vê yekê ye.

“Hîmê gel û xweparastinê ne di asta têrker de ye”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Karayilan anî ziman ku gelê Kurd xwedî sekneke bi biryar e û got:

“Dema dawî li Ewropayê, li Rojava, Şengal, Mexmûr, Silopiya, Stenbolê gelê me seknek nîşan da. Lê belê ev yek ne asteke ku li sekna şerê gel ê şoreşgerî ye.

Di vir de em rexneyê li gel nakin, beriya her tiştî divê em xwe rexne bikin, hevalên qada civakî rêxistin dikin rexne bikin.

Di mijara rêxistinkirina civakê ji aliyê xwe parastinê de kêmasî heye.

Divê gel di mijara xweparastina şêwazê şerê gel ê şoreşgerî de were rêxistinkirin.”

“Parastina şoreşê di şerê gel ê şoreşgerî de ye”

Mûrat Karayilan di dawiya gotara xwe de got “Eger em Şerê Gel ê Şoreşgerî bigihînin asta têrker û di asta tê xwestin de bimeşînin, ji xwe em ê encamê bi dest bixin. Şoreş wê wê demê pêk were.

Back to top button