LI ŞÊREWA 3 LEŞKER HATIN KUŞTIN, 4 JÎ BIRÎNDAR BÛN

Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyekê diyar kir ku wan li Şêrewa li dijî leşkerên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê çalakiyek pêk anîne.
Di encama çalakiyê de tankek hate ruxandin 3 leşker hate kuştin 4 jî birîndarbûn

Hêzên Rizgariya Efrînê derbarê çalakiya Şêrewa ya li dijî leşkerên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hate parvekirin:

31ê Tîrmehê li gundê Kîmarê yê girêdayî navçeya Şêrawa Hêzên Rizgariyê li hember baregehên çeteyên artêşa dagirker çalakiyek bi bandor pêk anîn.

Di encama çalakiyê de tankeke artêşa dagirker ku herêmên sivîlan topbaran dikir û 2 çeper tevî cebilxaneya tê de hatin rûxandin, 3 leşkerên Tirk hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.

Leave a Reply

Back to top button