
Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Apo 105 parêzeran serî li Baroya Amedê dan.
Şaxa OHD’a Amedê têkildarî mijarê daxuyanî da û got:
“Ji bo ku tecrîda girankirî ya li Îmraliyê bi dawî bibe, divê her kes bi peywîra xwe rabe”
Tirs û fikarên gelê Kurd, sazî û rêxistinên demokratîk yên derbarê rewşa Rêber Apo de zêde dibin.
Ji bo hevdîtina bi rêber Apo re û rakirina tecrîdê heya niha gelek partî sazî û rêxistinan li cihên eleqedar serlêdan kirine.
Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Amedê tevî 105 parêzeran serî li Baroya bajêr dan.
Bi beşdariya gelek parêzeran, li avahiya komeleyê, Hevserokê OHD’a Amedê Muharrem Şahîn daxuyanî da.
Muharrem Şahîn, diyar kir ku ji bo bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê divê rayedar bi erka xwe rabin û wiha got:
“Ji 25’ê adara 2021’an heta niha tu agahî ji Rêber Apo nayên girtin.
Birêz Ocalan, nikare mafên xwe yên qanûnî yên herî biçûk jî bi kar bîne.
Tevî qanûna, hevdîtina parêzer û miwekîlan jî, lê ev maf tê binpêkirin.
Dûrxistina kesan ji van qanûnan, binpêkirina hiqûqa navxweyî û navneteweyî ye.
Şahîn anî ziman ku ji bo tecrîda girankirî ya li Îmraliyê bi dawî bibe, divê her kes bi peywîra xwe rabe û got:
“Ev yek, berpirsyariyek û mecbûriyeteke hiqûqî û mirovî ye.
Dawiyê Hevserokê OHD’a Amedê Muharrem Şahîn da zanîn ku bi daxwaza li dijî tecrîdê bikevin nava liv û tevgerê, li gel 105 parêzeran serî li Baroya Amedê dane.