
Balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker li Başûrê Kurdistanê gundê Gelale ya Silêmaniyê bombebaran kir..
Di bombebaranê de, welatiyekî jiyana xwe ji dest da û 6 jî birîndar bûn.
Saziya sivîl a bi navê Tîmên Aştîxwaz a Xirîstiyan (CPT) derbarê bombebarana dewleta Tirk a li ser bajarokê Şarbajêr ya Silêmaniyê daxuyaniyek da.
CPT: Di êrişê de welatiyekî jiyana xwe ji dest da
Li gorî rêxistinê, ji ber êrişan welatiyê bi navê Ezîz Mihemed Resul jiyana xwe ji dest daye û du welatî jî bi giranî birîndar bûne.
Hate diyarkirin balefirên şer 3 caran heman herêm bombe kiriye lê heta niha hikumeta Başûrê Kurdistanê û Bexdayê ti daxuyanî nedane ..
Ajansa Rojnewê jî ragihand ku 6 welatî birîndar in..